Tebax 24, 2022 22:02 Asia/Tehran
  • Hejmara kuştiyên ji ber êrîşa Tirkiyê ser Til Rifeta Sûriyê gihêşt 3 kesan

Artêşa Tirkiyê îro êrîşeke bi dronê ser bajarê Til Rifetê yê Sûriyê pêk anî û li gor zanyariyan, di êrîşê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.

Droneke Tirkiyê îro Çarşembê 24ê Tebaxa 2022an navenda bajarê Til Rifetê bombebaran kir.

Li gor zanyariyan, di êrîşa dronî ya Tirkiyê de 3 kesan canê xwe ji dest dane ku di nava wan de jin û zarok jî hene û 5 kes jî birîndar bûne.

Birîndarên bûyerê bo nexweşxana Til Rifetê hatine veguhastin, lê derbarê rewşa wan de agahiyek zelal li ber dest nîne.

Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ji erd û esmîn deverên sivîl tê de ên Sûriyê bêyî ti endîşeyekê derbarê canê sivîlan bombebaran û topbaran dikin ku her tenê li vê mehê de ji bilî sivîlên din nêzîkî 10 zarok hatine kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn.

Serepeyv