Tebax 19, 2022 14:49 Asia/Tehran
  •  Hêzên Tirkiyê gundên Dirbêsiyê û Til Temir li bakûrê Sûriyê topbaran kirin

Hêzên Tirkiyê gundê Çetelê li rojavayê bajarê Dirbêsiyê yê bakûrê Sûriyê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên nêzîkî Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, şeva 18ê Tebaxê hêzên Tirkiyê gundê Çetelê ku 1 kîlometre li rojavayê bajarê Dirbêsiyê yê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê topbaran kir.

Hêzên Tirkiyê herwiha gundê Ebboş li gundewarê bajarokê Til Temir li bakurê rojavayê Hesekeyê jî topbaran kirin.

Heta niha ti zanyarî li ser ziraran nehatine dayîn.

Di hefteya borî de jî, hêzên Tirkiye gundên Çetel, Qerman, Xennamî û Kebetilîyê li derdora bajarê Dirbêsiyê topbaran kiribûn, di encam de pêleke koçberbûnê li herêmê dest pê kiribû.

Roja Sêşemiya vê heftiyê 16ê Tebaxê jî artêşa Tirkiyê navçeyên li ser xeta sînorê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji Dêrikê heta Efrînê bi dijwarî topbaran kiribû. Bajarê Kobanî û gundên derdora wê, bajarokê Til Temir, Amûd, Dirbêsî, Tirbespî, Eyn Îsa, Minbic, Til Rifet û hin gundên nahyeya Şera ê Şêrawa ya Efrînê ku hêj di kontrola hêzên Kurdî de ne, ji aliyê artêşa Tirkiyê hatibûn topbarankirin.

Di topbaranên roja Sêşemiyê de kesekî sivîl (zarokek) jiyana xwe ji dest dabû û hejmarek sivîl jî jiyana xwe ji dest dabûn, herwiha HSDyê ragihand, ku 4 şervanên wan jî di topbaranê de jiyana xwe ji dest daye.

Serepeyv