Tebax 18, 2022 15:06 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê topbarana gundên Şehbayê didomînin

Artêşa dagirker a Tirkiyê û grûpên terorîst û çete yên ser bi wî welatî ve gundên Wehşiya û Kefer Qaris ên li herêma Şehbayê topbaran kirin.

Li gor medyaya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), hêzên Tirkiyê û grûpên çete yên alîgirê wî welatî îro 18ê Tebaxa 2022ê  navçeya di navbera gundên Wehşiya û Kefer Qaris ên Şehbayê de topbaran kirin.

Hatiye ragihandin ku topbarana deverê serê sibehê destpê kiriye û heta saet 11:00 berdewam bûye, lê ti zanyarî derbarê zerar û ziyanan de nehatine belav kirin.

Duh 17ê Tebaxê jî, hêzên Tirkiyê û grûpên çete gundê Exîbiş li rojavayê bajarokê Til Temir ê li bakurê rojavayê Hesekê topbaran kiribûn û di encam de welatiyek birîndar bûbû.

Hêzên Tirkiyê herwiha duh gundên Şiwarxe û Tat Mereş ên ser bi nahiya Şera ya Efrînê ve jî topbaran kiribûn.

Roj Sêşembê jî Tirkiyê tevahiya xeta sînorê deverên bin desta kurdên Sûriyê, her ji Dêrikê heta Efrînê bi dijwarî topbaran kiribû ku di encamê de hejmarek welatiyên sivîl û şervanên HSDê di wan topbaranan de jiyana xwe ji dest dabûn û hejmarek jî birîndar bûbûn.

Serepeyv