Artêşa Tirkiyê gundên Amûd, Şehba û Til Rifetê bombebaran kirin
Tebax 17, 2022 10:52 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê bi balafireke bê mirov a bi çek a gundê Sinceq Sadûn ê Amûdê bombebaran kir.
Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Artêşa Tirkiyê bi balafireke bê mirov a bi çek gundê Sinceq Sadûn ê dikeve başûrê navenda navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo bombebaran kir.
Heta niha agahiyên zêdetir bi dest neketin.
Ji aliyê din va, Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî bi wê êrişî gundê Medyûnê yê Şehbayê kir.
Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî bi wê îro gundê Medyûnê yê girêdayîna kantona Şehbayê topbaran kir.
Her wiha, Navçeya Til Rifetê ya Şehbayê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî bi wê ve hat topbarankirin.
Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî bi wê, navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê topbaran kir.