Tebax 15, 2022 13:27 Asia/Tehran
  • 400 kesên din ji Kampa Holê derketin û bo warên xwe hatin vegerandin

Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Hêzên Ewlehiyê û Meclisa Sivîl a Dêrazorê, beşek din a welatiyên Dêrazorê li ser daxwaza wan ji kampê derxist û vegerandin warê wan.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Beşeke din a sûriyan îro ji Kampa Holê derket ku ji 400 kesan pêk tê. Ew ji rojhilat û barkurê Dêrazorê ne; Herêmên bin Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Piştî civîna Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê û Desteya Hundirîn de ku di 5'ê Cotmeha 2020'an de li dar ketiye, Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10'ê Cotmeha heman salê de biryar da ku welatiyên dixwazin ji kampê derkevin, vegerîne warên wan.

Piştî piştrastkirina belgeyên malbatan, bi koordîneya Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn, rêwîtî hatin lidarxistin.

Li gorî endamê rêveber ê Kampa Holê Kîm Emîn, heta îro 50 rêwîtî hatine lidarxistin, di nav de rêwîtiyên bi kefaleta rûspiyan hene. Hejmara rêwîtiyên şêniyên Dêrazorê gihaşt 24'an.

Li gorî daneyên dawî 55 hezar kes di kampê de hene, di nav de 18 hezar û 856 sûrî, 28 hezar û 438 iraqî, 7 hezar û 897 biyanî hemû jin û zarok in û ji 54 nasnameyên biyanî ne.

Serepeyv