Tîrmeh 31, 2022 16:03 Asia/Tehran
  •  PYD: Pêwîst e civaka navdewletî bi tundî li dijî êrîşên Tirkiyê raweste

Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) daxwazê ji civaka navdewletî dike li dijî êrîşên Tirkiyê li ser bakûr û rojhilatê Sûriyê raweste.

Li gorî nûçeya Rûdawê, PYDê di Twittekî de ragihand, divê civaka navdewletî bi tundî li dijî kiryarên Tirkiyê yên rojane ji kuştin, bombebarankirina deverên sivîl li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê, tirsandina xelkê, wêrankirina avahî, gund û binesaziyê derbikeve.

Roja 30 Tîrmehê Wezareta Beravaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de belav kir, ku ew pêdagir in li ser berdewamîkirine operesyonên xwe.

Roja 2ê Hezîrana 2022an Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova di daxuyaniyekê de diyarî kiribû, "ew hêvîdar in ku Enqere xwe ji êrîşkirina li ser bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê dûr bigire, û ev yek wê bibe sedema têkçûneka aramiyê û rewşeke hestiyar û metirsîdar li Sûriyê çêbike."

Ji aliyek din ve jî, Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji Tirkiyê kiribû ku êrîşê li ser herêmên di bin kontrola HSDê de neke.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stéphane Dujarric di hevpeyvînekê ragihandbû: "Ji 22ê Cotmeha 2019an ve rêkevtin li ser agirbestekê li Bakurê Sûriyê heye,em agirbestê gelekî cidî dibînin û em bi hêvî dikin berdewan be û hemû alî rêzê lê bigrin.”

 

Serepeyv