Rayedarekî emnî yê iraqî: Li Kampa Holê nivşa çaran a DAIŞê pêk tê
Endamekî berê yê Lêjneya Emnî ya Parlemana Iraqê derheq pêkhatina nivşa çaran a DAIŞê di 4 salên bê da hişyarî da.
Eyûb Rebîyî endamê berê yê Lêjneya Emnî ya Parlemana Iraqê got: Xetera Kampa Holê ber û layên curbicur hene, lê ya herî girîng û bingehîn hebûna 9 heta 12 hezar tezelawên li vê kempê ne ku hişê wan ji ber valatiya fikrî, jibo wergirtina fikrên tund amade ye.
Rebîyî bi gotinaq vê yekê ku xetera Kempa Holê li Hesekeya Sûrîyê xetereke stratejîk e û yekem zîyana wê digihêje Iraqê, dîyar kir: Piştgirîya welatên rojavayî ji Kampa Holê di çarçova bêistiqrarkirina welatên herêmê nemaze Iraqê ye.
Kampa Holê li rojhilatê bajarê Hesekê ye, li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî derdora 60 hezar kes ji malbatên terorîstên DAIŞê tê de hene ku piştî kontrolkirina bajarokê Baxoz di Adara 2019an de ji aliyê Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) ve ew bo wê kampê hatibûn veguhestin.
Neteweyên Yekbûyî berî niha hişyarî dabû ku rewşa ewlekarî ya xelkê li Kampa Holê gelekî metirsîdar e û hema ji destpêka vê sale ve 24 kes li wir hatine kuştin.