Tîrmeh 06, 2022 15:45 Asia/Tehran
  • Fransa 51 jin û zarokên DAIŞê ji deverên bin deshilata kurdên Sûriyê vedigerîne

Fransa 51 jin û zarokên DAIŞê yên ku di kampên deverên bin deshilata kurdên Sûriyê de ne vedigerîne welatê xwe û zarokan radestî saziyên taybet bi perwerdekirin û parastina zarokan dike û li dadgehê jî dosyeyan li dijî jinên DAIŞî vedike û wan dadgehî dike.

Tevî wan 51 kesan, Fransa ji sala 2016an ve 126 jin û zarokên DAIŞê ji kampên deverên bin deshilata kurdên Sûriyê vegerandine.

Kampên Hol û Newroz du kampên mezin in li deverên bin deshilata kurdên Sûriyê ku malbat û jin û zarokên terorîstên DAIŞê lê dimînin û hejmara wan derdora 60 hezar kesan e.

Li gorî Wezareta Derve ya Fransayê, ji 51 kesên hatine vegerandin, 35 zarok û 16 jin in, kontrolkirina pizîşkî bo zarokan tê kirin û piştre wan radestî saziyên taybet bi parastina zarokan dikin.

Rêxistinên mirovî yên navdewletî û herêmî kampên li Sûriyê û yên bin deshilata kurdên Sûriyê ku jin û zarokên DAIŞê lê tên ragirtin, weke cihên pir metirsîdar bi nav dikin û daxwaz ji welatên rojavayî û bi taybet Ewropî dikin ku welatiyên xwe vegerînin.

Li gor ajansa AFP a Fransî, bi sedan zarokên Fransî yên terorîstên DAIŞê li kampên di bin kontrola hêzên Kurdî yên Sûriyê de dimînin.

Kampa Holê mezintirîn kampa li navçeyên bin deshilata kurdên Sûriyê ye û dikeve başûrê bajarê Hesekê ku zêdetir ji 56 hezar kes lê dimînin.

Serepeyv