Tîrmeh 06, 2022 08:46 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiye 3 gundên Minbicê û Eyn Îsa topbaran kirin û sivîlek kuştin

Li gundê Hoşan ku dikeve rojavayê bajarokê Eyn Îsayê li bakurê Reqayê, ji ber mûşekbarana hêzên Tirkiye welatiyekî can da û 3 kesên din jî birîndar bûn , di nav wan de 2 zarok hene. Her wiha Hêzên Tirkiye û çeteyên wê, gundên Tuxar, Cat û Hoşeriye li bakurê rojhilatê Minbicê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên kurdên Sûriyê, roja 4ê Tîrmeha 2022an li gundê Hoşan ku dikeve rojavayê bajarokê Eyn Îsayê li bakurê Reqayê, ji ber mûşekbara hêzên Tirkiye welatiyekî cane xwe ji dest da û 3 kesên din jî birîndar bûn , di nav wan de 2 zarok hene.

2ê Tîrmehê jî, hêzên Tirkiye gundê Seyda û Riya M4  a navneteweyî li derdora Eyn Îsayê mûşekbaran kiribûn.

Her wiha hat ragihandin Hêzên Tirkiyê û çeteyên wê, gundên Tuxar, Cat û Hoşeriye li bakurê rojhilatê Minbicê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên kurdên Sûriyê, roja 4ê Temûzê Hêzên Tirkiye û çeteyên wê, gundên Tuxar, Cat û Hoşeriye li bakurê rojhilatê Minbic topbaran kirin.

3ê Temûzê jî, Hêzên Tirkiye û çeteyên wê, gundên Dendeniye, Camûsiye, Yilînî û Mihsinlî li çeperê çemê Sacûr li bakurê Minbicê mûşekbaran kiribûn.

Serepeyv