Tîrmeh 02, 2022 17:45 Asia/Tehran
  • Hêzên Rizgariya Efrînê: Li Bab û E'zaza dagirbûyî 3 çete hatin kuştin, 3 birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên wan ên li herêmên Bab û Ezazê de 3 çete hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. Her wiha du maşîneyên wan hatin rûxandin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên 26 û 28'ê Hezîranê yên li Bab û Ezazê yên dagirkirî daxuyaniyek da.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê, Di daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) da hatiye: Di roja 26’ê Hezîranê (Pûşper) de, li herêma Babê, konvoyek çeteyên girêdayî koma Ehrar El-Şam ku ji bo teqwiya êrîşekê di nava liv û tevgerê de bû, hate hedef girtin. Di encamê de 2 maşîneyên çeteyan hatin rûxandin. 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Di 28’ê Hezîranê de, li herêma Ezazê dema ku grûbek çete amadekariya êrîşê dikirin, ji aliyê yekîneya me ve hate ferqkirin û di encamê de çeteyek hate kuştin.''

Serepeyv