Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê qanûna zarokan derxist
Meclisa Giştî ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya 45'an de qanûna zarokan dexist.
Meclisa Giştî ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya 45'an li dar xist. Di civîna li avahiya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê a li Reqayê hatî lidarxistin de endamên meclisên giştî û meclisên qanûnsaz ên rêveberiyên sivîl û xweser û Nivîsgeha Parastina Zarokan amade bûn.
Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka Meclisa Giştî ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo axivî. Sîham Qeryo di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata Ferhad Şiblî re xwest û bal kişand ser êrişên dewleta Tirkiyê û got: "Dewleta Tirkiyê hewl dide rêveberî, hêzên me yên leşkerî û kesayetên welatparêz têk bibe. Dewleta Tirkiyê bi van sûcan nikare îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û bandorê li me bike"
Piştre cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yasir Silêman reşnivîsa qanûna zarokan xwend. Beşdaran der barê wê de nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin. Li gorî wê hinek guhertin hatin kirin.
Piştre reşnivîs hate erêkirin. Qanûn ji 7 beşan û 85 madeyên girêdayî parastina zarokan li herêmên Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her wiha ji ceza, mafên çand û perwerdeyê pêk tê. Ji îro vê dê xebat li ser were kirin.
Di civînê de Meclisa Giştî Fadiya Seîd Yûsif ji bo endamtiya meclisê hate erkirin. Fadiya Seîd Yûsif sond xwar.