Li Efrîna dagirkirî 51 kes di Hezîranê de ji aliyê komên çekdar ve hatine girtin
Hezîran 29, 2022 16:29 Asia/Tehran
Li herêma Efrînê ya Sûriyê, di meha Hezîrana îsal de heta niha 51 kes ji aliyê komên çekdar ên ser bi Tirkiye ve hatine girtin.
Li gor Navenda Belgekirina Binpêkariyan li bakurê Sûriyê, li herêma Efrînê Sûriyê, di meha Hezîrana îsal de heta niha 51 kes ji aliyê komên çekdar ên ser bi Tirkiye ve hatine girtin.
Li gor heman çavkaniyê, ji destpêka 2022ê û heta niha, li navçeyên ku hêzên Tikriye û komên çekdar li bakurê Sûriyê kontrol dikin, 336 kes hatine girtin, herwiha da zanîn ku hejmara
girtiyan û kesên di bin êşeknceyê de ji aliyê hêzên Tirkiye û komên çekdar hatine girtin û kuştin zêdeyî vê hejmara belav kiriye.