Hezîran 27, 2022 14:12 Asia/Tehran
  • Welatiyên Cerablusa Sûriyê ji ferzkirina zimanê tirkî re got na

Ferzkirina zimanê tirkî di ezmûnên xwendekaran de li herêmên Sûriyê yên dagirkirî ji aliyê Tirkiyê ve hêrs û bertekeke mezin çêkir. Her wiha welatî siyasetên tirkkirinê ku Tirkiyê li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê pêk tîne, red dikin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Duh li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê ezmûnên dibistanên amadehiyê li gorî materyalên tirkî ku Tirkiyê li herêmê ferz kirine, dest pê kir. Li gorî çavkaniyên ji Cerablusê yê dagirkirî, ji ber ezmûnan xwendekar bi hêrs bûne.

Çavkaniyan diyar kir ku welatî ji ber ferzkirina zimanê tirkî ne razî ne.

Heman çavkaniyan got welatî li ser pêşeroja zarokên xwe ditirsin ku Tirkiyê siyasetên xwe li wan ferz dike.

Tirkiyê di Tebaxa 2016’an de Cerablus, Raî, E'zaz û El- Bab dagir kirin û di 2018’an de jî Efrînê dagir kir, her wiha di Cotmeha 2019’an de Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Tirkiyê li van herêman zimanê tirkî û pereya tirkî ferz kir, her wiha sembol, alayên tirkî û wêneyên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û wêneyên padîşahên Osmaniyan belav kirin, li kêleka wê jî demografiye diguherîne, avahiyên mêtingeriyê ji bo bicihkirina penaberên sûrî li herêmê, ava kirin.

Siyasetên dewleta Tirkiyê li herêmên Sûriyê yên dagirkirî metirsiyan çêdikin ku niyeta dewleta Tirkiyê ya girêdana van herêman li xaka Tirkiyê heye. Ev jî gefan li yekitî û serweriya Sûriyê dixwe.

 

Serepeyv