Ferzkirina zimanê tirkî di ezmûnên xwendekaran de li herêmên Sûriyê yên dagirkirî ji aliyê Tirkiyê ve hêrs û bertekeke mezin çêkir. Her wiha welatî siyasetên tirkkirinê ku Tirkiyê li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê pêk tîne, red dikin.
Li Cerablusê ya bakurê Sûriyê di encama teqîneka mînekê de 3 zarok birîndar bûn. Li bajarê Babê jî serokê saziyeke hawarhatinê ya Tirkiyê di teqînekê de hat kuştin.
MÎT`a Tirk a dagirker jineke Kurd a ji gundê Mosako yê navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî li bakurê rojavayê Sûriyê li bajarê Cerablusê revand.
Li bajarokê Cerablusê yê li bakurê Sûriyê du teqîn qewmîn û di encamê de 2 kes hate kuştin û zêdetir ji 18 kesên din jî birîndar bûn.
Komeke 20 kesî ji endamên malbatên çeteyêîn DAIŞê ji wan şeş jin û 14 zarok ji Sûriyê bo Komara Azerbaycanê hatin veguhestin.
Li bajarê Cerablusê yê bakurê Sûriyê ku niha Tirkiyê û çeteyên wê ew dagir kiriye, li du cihan di heman demê de teqîn çê bûn, li gor agahiyan despêkê di êrîşê de zarokek hat kuştin, 20 kes jî birîndar bûn.
SOHR diyar kir ku li dijî cihê paqijkirina petrolê ya gundewarê Carablusê êrişa bi moşekan pêk hat, di encamê de 4 kes hatin kuştin û 24 kesên din jî birîndar bûn.
Çavkaniyên nûçeyan Îniyê bi şev qala êrîşa mûşekî ser bajarê Cerablusê li parêzgeha Helebê ya bakurê Sûriyê kirin.
Hawar News: "Siyasetmedar û rûspiyên Ereb teqez kirin ku Dewleta Tirkiyê hewil dide herêmên bakurê Sûriyê yên ku dagir kirine bike wîlayetên xwe û ji axa Sûriyê qut bike. Her wiha diyar kirin ku divê Neteweyên Yekbûyî di wê derbarê de biryaran bistîne. Ji ber ku êdî Dewleta Tirkiyê li ser dewletên Ewropî û gelê herêmê bûye metirsiyeke mezin."
Di çend rojên bihurî da ji be rteqînê li El-Bab û Cerablusa Sûriyê, du kes ji wan endamekî payebilind ên Artêşa Azad a Sûriyê hatin kuştin.