Li Cerablusa Sûriyê du teqîn li ser hev qewimîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i329114-li_cerablusa_sûriyê_du_teqîn_li_ser_hev_qewimîn
Li bajarokê Cerablusê yê li bakurê Sûriyê du teqîn qewmîn û di encamê de 2 kes hate kuştin û zêdetir ji 18 kesên din jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 28, 2021 12:59 Asia/Tehran
  •  Li Cerablusa Sûriyê du teqîn li ser hev qewimîn

Li bajarokê Cerablusê yê li bakurê Sûriyê du teqîn qewmîn û di encamê de 2 kes hate kuştin û zêdetir ji 18 kesên din jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, îro danê sibê bombeyeke çandî li nêzîkî Encûmena Xwecihî ya Bajerê teqiya û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Rewangehê her wiha diyar kir teqîneke din bi riya motorsîkleteke bombekirî li nava bajêr qewmî û di encamê de kesek hat kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve, ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, di encama her du teqînên Cerablusê de, 2 kes hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûne.