Hezîran 24, 2022 13:22 Asia/Tehran
  • Bi fermana dewleta Tirkiyê ya dagirker çete şerê hevdu dikin

Hemgavê gefên serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirkiyê de, di navbera çeteyan de şer derket. Pisporên karûbarên herêmê û komên terorîst diyar dikin ku ev şer bi fermana dewleta Tirkiyê rû didin û armanc pêkanîna berjewendiyên vê dewletê ye.

18'ê vê mehê di navbera çeteyên bi navê "El-Cebhe El-Şamiye" û "Ehrar El-Şam" de ku çeteyên Tehrîr El-Şam "Cebhet El-Nusra" destek dide wan de, şer derket.

Di encama şer de çeteyên ''Tehrîr El-Şam'' derbasî herêma Efrîn û gundewarê bakur û rojhilatê Helebê yê di bin dagirkeriya koma bi navê "Artêşa Niştîmanî" de bûn.

Ev şer piştî gefên dewleta Tirkiyê ya dagirker ên dagirkirina beşke din ji bakurê Sûriyê qewimî.

Çavdêr dûr nabînin ku ev şer bi fermana rêxistina sîxurî ya MÎTa Tirkiyê ji bo yekirina çeteyan ên ku li ser milê dewleta Tirkiyê bûne bareke aborî pêk hatibe, nemaze ku li Tirkiyê krîzeke mezin a aborî heye.

Çavdêr destnîşan kirin ku şerê di navbera çeteyan de nexşeya herêmê li gor armancên dewleta Tirkiyê yên yekirina herêmê pêk hatin. Dewleta Tirkiyê ji bo pêkanîan armancên xwe rê dide çeteyan ku dawî li hev bînin. Bi wê yekê dewleta Tirkiyê dixwaze berjewendiyên xwe pêk bîne ku serokê dewleta Tirkiyê ya dagirker Erdogan di destpêka Gulanê de eşkere ragihandibû ku ew ê milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî bi cih bike.

Dewleta Tirkiyê amadekariyan dike ku 200 hezar yekineyên mêtîngeriyê li bakurê Sûriyê ava bike û penaberan bi darê zorê lê bi cih bikin.

Serepeyv