Hezîran 21, 2022 21:13 Asia/Tehran
  • Terorîstên Tehrîr El-Şamê bi dagirkirina çend gundên din xwe nêzîkî navenda Efrînê kirin

Koma Terorîst a Tehrîr El-Şam (Cebhet El Nusra ya berê) ku Tirkiye jê piştgiriyê dike, piştî şer û prevçûnên bi grûpên din ên çete yên ser bi Tirkiyê re, hejmarek ji gundên Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê xistin bin destê xwe û nêzîkî bajarê Efrînê bûye.

Jêderekî ji bajarê Efrînê ragihand, ji şeva borî ve şerekî giran di navbera Desteya Tehrîr El-Şam (Cebhet El Nusra ya berê) û grûpa Feyleq El-Şam de li aliyê başûr û rojavayê herêma Efrînê derketiye û Desteya Tehrîr El-Şam destê xwe daniye ser hejmarek ji gundan.

Wî jêderî da zanîn, Desteya Tehrîr El-Şam karî bajarokê Cindirêsê û gundên Dêrbelût, Dêwa û Til Silorê kontrol bike û heta gundê Xezewiye û Basûtê hatiye.

Li gor zanyariyan, çeteyên Feyleq El-Şam ji gundên Basûfan û Baiyê yên navçeya Şîrawa û dergehê Xezawiyê ku herêmên Efrîn û Idlibê ji hev vediqetîne, vekişiyan û li şûna wan terorîstên Tehrîr El-Şam bi cih bûn û gundên navçeya Şîrawa û Cendirês jî dagîr kirin.

Her li gor zanyariyên xwecihî, Koma Tehrîr El-Şam hêzên mezin li gundên ku dagîr kirine kom kirine û amadekariya ketina bajarê Efrînê dike.

Li gor zanyariyan di encama şerê di navbera terorîst û çeteyan de, ji bilî çekdaran, hejmarek ji kesên sivîl jî hatine kuştin û birîndarkirin.

Jêderan diyar kirin ku îro danê sibê hêzên artêşa Tirkiyê ji xalên xwe yên li derdora navenda bajarê Efrînê vekişiyane baregehên xwe yên li nava bajêr.

Desteya Tehrîr El-Şam ku Tirkiyê jê piştgirî dikir îro daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku wê li dijî herêmên di bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê ve, dest bi operasyoneke berfireh kiriye.

Her wiha Desteya Tehrîr El-Şam di daxuyaniya xwe de bang li grûpên Artêşa Niştimanî kir ku çekên xwe deynin û xwe radest bikin.

Lê belê karzan û jêdrên agahdar dibêjin bûyerên ku niha li herêma Efrînê diqewmin bi destûr Dewleta Tirkiyê pêk tên û neyariya navbera Tirkiyê û Tehrîr El-Şam , tiştkî rûwek(ji rû) û derew e.

Serepeyv