Hezîran 19, 2022 08:43 Asia/Tehran
  • Çeteyên girêdayî Tirkiyê li bakurê Sûriyê ketin dor canê hev, di encamê de 22 kes hatin kuştin û birîndar bûn

Komên terorîst ên “El-Cebhe El-Şamiye” û “Ehrar El-Şam” ên girêdayî Tirkiyê, li parêzgeha Helebê ketin dor canê hev, di encamê de 22 ji wan hatine kuştin û birîndar bûn.

Li gorî rapora malpera nûçeyan ya North Press`ê, şer û pevçûnên navbera Cebhe El-Şamiye û Ehrar El-Şam li devera El-Bab li rojhilatê parêzgeha Helebê li bakurê Sûriyê heya dawiya şeva borî berdewam bûn û hejmara kuştî û birîndarên vî şerî zêde dibe.

North Press`ê li ser zarê çavkaniyeke taybet belav kir, ku aliyên han şer û pevçûnên xwe û aloziyan zêde dikin; Di êrîşan de 2 jê sivîl 7 kes mirin û 4 jê zarok 15 kes jî birîndar bûn. Lê muhtem e hejmara kuştî û birîndaran ji vê yekê zêde bibe.

Li gorî çavkaniyê di van şer û pevçûnan de çekên giran û tank tên bikaranîn. Her wiha têrorîstên El-Cebhe El-Şamiye alavên alîkariyê ji endamên xwe yên li herêmê re şandine.

Li gorî vê raporê, komek ji Ehrar El-Şam jî xwe radestî Eniya El-Şamiye li bajarokê 'Ebla' li derdora El Babê kirin. Niha li bakurê Sûriyê herêmên ku ji aliyê artêşa Tirk û terorîstên girêdayî vî welatî ve hatine dagirkirin rastî bêewlehî û nakokiyên navxweyî hatine.

Ev pevçûn di demekê de ne ku Tirkiyê ji meha borî ve dest bi amadekariya operasyoneke serbazî ya nû li Sûriyê kiriye ji bo ku penaberên Sûrî li wir bi cih bike. Lê, her çend çavkaniyên nefermî derbarê dîroka êrîşê de çendîn tarîx diyar kirine, lê hîn bi fermî nehatiye zanîn ku dewleta Tirk û çeteyên wê kengê vê êrişa xwe ya dagirkerî despê dike.

Serepeyv