Hezîran 14, 2022 08:43 Asia/Tehran
  • Çeteyên ser bi Tirkiyê 15 welatiyên sivîl li bakurê Sûriyê girtin

Di heftiyekê de, 15 welatiyên sivîl, ji aliyê çeteyên ser bi Tirkiyê li bakurê Sûriyê hatine girtin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku, di heftiya borî de 15 welatiyên sivîl, li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê, ji aliyê çeteyên Artêşa Tirkiyê ve hatine girtin.

Bi wê yekê, hejmara girtiyan ji aliyê wan çeteyan ve, ji destpeka vê salê ve heta niha, gihiştiye 300 kesên sivîl.

Di sala 2021ê de, li Efrînê 719 welatiyên sivîl hatin girtin û navên wan jî hatine belgekirin, û hejmara girtiyan ji wê yekê zêdetir e, lê ji ber ku beşek ji malbatan nawêrin navên girtiyên xwe tomar bikin, êdî tenê hejmara tomarkirî tê ragihandin.

Ji 20ê Çileya 2018an ve piraniya rojan gundewarên Efrînê ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên çete û terorîst ên alîgirên wê ve têne armanckirin û ziyanên canî û madî digihin welatiyên sivîl.

Herêma Efrînê ya kurdên Sûriyê ji Adara 2018an ve ji artêşa Tirkiyê û komên çete û terorîst ên girêdayî wî welatî de hatiye dagir kirin.

Serepeyv