Hezîran 07, 2022 19:43 Asia/Tehran
  • Li Efrînê şer û teqîn

Li Taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê, otomobîleke grûpa terorîst a El-Cebhet El-Şamiye ya ser bi Tirkiyê ve teqiya û di ancam de endamekî wê grûpa çekdar bi giranî birîndar bû.

Li gor çavkaniyên ser bi Rêveberiya kurdên Sûriyê, bûyer îro 7ê Hezîranê li nêzîkê dibistana Sînaa li Taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê qewmî.

Hatiye ragihandin ku ji bilî birîndarbûna çekdarekî grûpa El-Cebhet El-Şamiye, zerarên zêde yên maddî jî li derdorê çêbûne.

Roja 28ê Gulanê jî, li ser riya Cindêrisê ya Efrînê li nêzîk baregeha hêzên Tirkiyê, di encama teqîna motorsîklêtekî de 2 kes birîndar bûnbûn ku yek ji wan polîs bû.

Li aliyekî din li Efrîn di navbera çeteyên grûpa “El-Hemzat” û çekdarên ji eşîra “El-Miwalî” de şer derketiye. Di encama şer de çekdarekî El-Hemzat birîndar bûye.

Li gor agahiyên ji Efrînê, çekdarên eşîra El-Miwalî li derdora Efrînê rêbendên kontrolê danîne û çekdarên girêdayî El-Hemzat digirin.

Serepeyv