Rejîma Îsraîlê bi mûşekan êrîşî Sûriyê kir, sîstema berevaniya vî welatî piraniya wan îmha kirin
Rejîma Siyonîst şeva borî bi 10 mûşekan êrîşî hin xalên leşkerî li başûrê Şamê paytexta Sûriyê kir, lêbelê sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê piraniya wan mûşekan îmha kirin.
Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” ji ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, şeva borî saet 23: 18, Rejîma Îsraîlê ji aliyê Golanê ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xalên başûrê Şamê kirin armanca mûşekan.
Wî jêderî herwiha ragihand: “Sîstemên Sûriyê yên berevaniya asmanî rûbirûyî mûşekên dijmin bûn û piraniya wan xistin xwarê. Di êrîşê de tenê ziyan çêbû.”
Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand, êrîşa esmanî ya Îsraîlê hin cihên leşkerî li devera Kiswa li başûrê Şamê bi 10 mûşekan armanc kirin ku sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê herî kêm 7 mûşek xistin xwarê.
Vê rewangehê herwiha diyar kir, Mûşekek li bajarokê Eqreba ket û di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.
Roja 20ê Gulana borî jî Rejîma Îsraîlê bi mûşekên erd-erd êrîşek li ser hin xalên başûrê Şamê,pêk anî û di encamê de 3 kes hatibûn kuştin.
Rejîma Siyonîst di çarçêva piştgiriya ji terorîstan her car bi balafir û mûşekan êrişî ser axa Sûriyê û hêzên vî welatî dike.