Hezîran 04, 2022 14:33 Asia/Tehran
  • Mazlum Ebdî:

Îro Mezlûm Ebdî tev li bernameyeke taybet a Ronahî TV bû û got: “Em amade ne û ji ber bihêztir in ku bersivê bidin dewleta Tirkiyê, em bawer in ku dê dewleta Tirkiyê di şer de bi ser nekeve. Lê ger êriş bike emê berxwedaneke dîrokî nîşan bidin.”

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Îro fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî tev li bernameyeke taybet a Ronahî TV bû û êrişên dewleta Tirkiyê ên li ser bakurê Sûriyê nirxandin.

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî di hevpeyvînê de got: “Armanca me ew e ku hemû pirsgirêk bi diyalogê werin çareserkirin. Em hewl didin pirsirêka herêmên me yên dagirkirî bi diyalogê çareser bibin. Em dixwazin pirsgirêkên xwe bi dewletên cîran re, bi danûstandinê çareser bikin.”

 Der barê çareseriya aloziya Sûriyê de wiha axivî: “Divê hemû alî zanibin ku diyalog dikare dawî li aloziya Sûriyê bîne.”

 Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî têkildarî helwesta Rûsya, Amerîka û hikumeta Şamê ji êrişên dewleta Tirkiyê wiha axivî: “Amerîka, NY, Rûsya û  Sûriyê heta niha li hember êrişeke Tirkî xwedî helwest in. Em bawer in ku wê helwestên dijberî êrişê dewam bikin, lê divê xurtir bin. Divê Tirkiyê neçar bikin ku pabendî peymana 2019'an a agirbestê bibe. Em pabendî peymana_2019'an bûne, lê dewleta Tirkiyê bin pê dike. Rûsya ji bo me piştrast dike ku wê destûrê nedin êrişeke dewleta Tirkiyê.”

Her wiha Mezlûm Ebdî bang li penaberan kir ku nekevin xefka Tirkiyê û fitineyeke Sûrî.

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî: “Em amade ne û ji berê bihêztir in ku bersivê bidin dewleta Tirkiyî. Em bawer in ku wê dewleta Tirkiyê di şer de bi ser nekeve. Em ne şerxwaz in, lê ger êriş bike, em ê berxwedaneke dîrokî bimeşînin.”

Serepeyv