Hezîran 02, 2022 23:26 Asia/Tehran
  • Depoya cebilxane ya çeteyên Tirkiyê li bakurê Idlibê teqiya

Li Îdlibê li bakurê Tirkiyê di embareke cebilxaneyên terorîstên ku Tirkiye piştgiriya wan dike de teqînek pêk hat û di encamê de bi dehan kes mirin û birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê beriya niha bi 2 sal û nîvan bi hinceta şerê li dijî terorîstan hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a El-Mayadin`ê, teqîn li yek ji depoyên sereke yên çek û cebilxaneyên têrorîstên bi navê "Feyleq El-Şam" li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê li taxên bakurê Idlibê rû da.

Ajansa Radyo û Televîzyona Sûriyê jî ragihand ku di encama teqîna cebilxana "Feyleq El-Şam" li nêzîkî bajarokê Babesqa li bakurê Idlibê bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan jî ev nûçe piştrast kir û got ku rokêtên di nav embarê de li devereke ku bi hezaran aware lê dijîn teqîyane.

Gelek jêder behsa vê yekê dikin ku di rojên derbasbûyî de, Enqerê rêjeyeke zêde alav û cebelxaneyên leşkerî pêşkêşî terorîstan kirine daku îhtimala êrîşa Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê zêde bike.

Serepeyv