Hezîran 02, 2022 18:11 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya Amerîkî li Sûriyê dîsa pişta kurdên vî welatî li hemberî êrişên Tirkiyê vala kir

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) ragihand “Pêşî plana dagirkeriyê ya Tirkiyê, Hêzên koalîsyonê ya bi serkêşiya Amerîkayê ji baregeha "Lafarge" ya rojhilatê Helebê vekişiyan.”

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) ji zarê çavkaniyên pêbawer diyar kir “Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê beriya çend rojan ji baregeha `Lafarge` ya li nêzî gundê Xerab Işkê (Ser bi Kobaniyê) li gundewarê rojhilatê Helebê vekişiyan.”

Serokkomarê Tirkiye ev demeke gefa operasyoneke nû ya bo ser kurdên Sûriyê û bakura vî welatî û deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dixwe û duh 2ê Xezîrana 2022ê ragihand ku dê operasyona xwe li Minbic û Til Rifeetê bidin destpêkirin. Bi gotina Erdogan ew dixwazin bi kûrahiya 30 kîlometreyan devereke tampon li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ava bikin.

Hêjayî gotinê ye ku li şerê dijî DAIŞê û terorîstan din kurdên Sûriyê û di serî de HSDê roleke girîng lîstin û ji ber vê yekê hevpeymaniya navdewletî ya bi serkêşiya Amerîka ew wek hevpeymanên xwe dan nasandinê lê belê li şer û êrişên Tirkiyê ser kurdên Sûriyê pişta bwan vala kirin û wer xuya dike ku dîsa jî dil hene vê xiyanetê li wan bikin.

Serepeyv