Hezîran 01, 2022 09:09 Asia/Tehran
  • Civînên komîteya nivîsandina destûra Sûriyê li Cinevê berdewam in

Gera heştan a danûstandinên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê roja Duşemê 30ê Gulana 2022an li Cenevê destpê kir, û ew civîn dê heya 3 meha bihê berdewam bin.

Civînên gera 8an a komîteya nivîsandina destûra Sûriyê li Cinêvê bi çavdêriya Nûnerê Netewên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen berdewam in. Di roja duyem a civînan de pirensîpa Parastina Saziyên Dewletê û Pêşxistina wan hate gotûbêj kirin, ku ji aliyê şanda Hikûmeta Sûriyê ve hatibû pêşkêş kirin.

Di Pirensîpa şanda Hikûmeta Sûriyê de:

- Parastina saziyên heyî yên dewletê û pêşxistina wan erkekî niştîmanî ye

- Her gefeke hindirîn yan derekî li ser saziyên dewletê, binpêkirina destûrê ye û divê kesê dike li gorî qan[nê bê sizadan

- Artêşa Erebî ya Sûrî û hêzên çekdar saziyên dewletê yên niştîmanî ne û di ber parastin xaka Sûriyê û serweriya wê de berpirs e û parastin û pêşxistina wê erkekî niştîmanî ye

Şanda Opozisyona Sûriyê jî her dem dibêje, Hikûmet dixwaze demê dirêj bike û danûstandin bê encam bi dawî bibin.

Li ser pirensîpa ku hikûmetê pêkşêk kirine hin têbîniyên opozisyona Sûriyê hene.

Endamê Tîma piştevaniya pêkhatiyan di komîteya nivîsandina destûrê de 'dia kir: "Em di wê baweriyê de ne ku di wê prensîpê de tiştên siyasî û destûrî hatine tevlîhev kirin, rejîmê xwest opozisyonê bike aramanc û rewatiyê bide saziyên xwe yên ewlekariyê, ku xelk îşkence kirine, em dibînin ku di parastina saziyên dewletê de divê desthilat ji hev bên cudakirin, û em dibînin ku divê parêzbendiya serokên desthilatên zagonsazî û cîbicîkarî û dadweriyê hebin û divê her kesê di desthilatê de be berpirsê karê xwe be û di ber kêmûkasiyan de berpirs be."

Di roja yekem ya civînên komîteya nivîsandina destûrê de, tedbîrên neçarî yên tekalî ku behsa sizayên li ser Sûriyê dike hatibû gotûbêj kirin û biryare di sê rojên bê de jî Dadweriya veguhêz û serweriya destûrî bên gotûbêjkirin.

Di civînan de endamên komîteya teng ya nivîsandina destûrê beşdar dibin, ku 15 endam ji şanda Hikûmetê, 15 ji şanda Opozisyonê û 15 ji şanda civaka sivîl pêk tê.

Serepeyv