May 29, 2022 21:40 Asia/Tehran
  • Hêzên Tirkiyê û çeteyên wê gundên Kobanî û Efrînê yên kurdên Sûriyê topbaran kirin

Hêzên Tirkiyê û çeteyên wê, gundên Zor Mixar û Şîwx Fewqanî li rojavayê bajarê Kobanê li bakurê Sûriyê û Gundên Tinib û Şiwarxe yên navçeya Şera ya herêma Efrînê ya dagirkirî ji topbaran kirin. Ji ber topbaranê zeviyên welatiyan tên şewitandin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, duh 28ê Gulanê, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê gundên Zor Mixar û Şîwx Fewqanî li gundewarên Kobanî topbaran kirine. Her wiha heta derengê şevê jî dron di ser wan navçeyan re geriyane.

18ê Gulana 2022an jî hêzên Tirkiyê û grûpên girêdayî wê heman gundên Zor Mixar û Şîwx Fewqanî li Kobanî topbaran kiribûn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî ji deverê dane, artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên Tinib û Şiwarxe yên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî jî topbaran dikin.

Li gorî agahiyan, heta niha 19 gullên obîsê li herêmê ketine û ziyan gihaştiye zeviyên welatiyên herêmê.

Serepeyv