May 28, 2022 17:12 Asia/Tehran
  • Tirkiyê û çeteyên wê navenda Zirgan û Til Temir û gundên wê topbaran kirin

Artêşa Tirkiyê û grupên çete yên ser bi Tirkiyê ve êvara Înê navenda bajarokê Zirganê û gundewarên bajarê Til Temirê topbaran kir.

Li gorî zanyariyên ku ji Til Temirê ji çavkaniyên nûçan în herêmî re hatine ragihandin, Artêşa Tirkiyê û grupên çete navenda bajarokê Zirganê dane ber topên hawinê û bi dehan top li wir ketine. Hat diyarkirin ku avahiya Asayîşê, Rêveberiya Postê û burcê peywendiyan hatine topbarankirin.

Li gorî heman çavkaniyan, topxana Artêşa Tirkiyê û grupên çete 3 gundên Til Temirê dane ber topan, gundên ku hatine armanckirin, Til Tewîl yê Aşûriyan, gundê Tewîle û Sikir el-Hêmer in.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku Tirkiyê ji sê rojan bi awayekî tund gundên Til Jumaa, Xêbiş, Dada Ebdal, Um el-Kêf, Derdare û Til Şinan topbaran dike û hinek caran zêdetir ji 30 topan li heman navçeyê dikevin.

Gundê Sikir el-Hêmer yek ji  gundên herî kevin û dîrokî yê Til Temirê ye ku 7 km li rojavayê wî bajarî dikeve, li gorî lêkolîna şandeke Japonî ya şûnwaran, dîroka wî gundî digihêje 8 hezar sal beriya zayînê.

Fermandarekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê wan dengoyên ku behsa kişandina hinek hêzên Rûsya û Artêşa Sûriyê ji wan gundên sînorî dikin, ragihand, ew nûçe ne rast in û ne hêzên Rûsî û ne yê Sûriyê ji xal û bingehên xwe venekişiyane.

Serepeyv