Di kêmtirî 2 hefteyan de 10 welatî li Efrînê hatine revandin
Artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê sûcan li dijî şêniyên kantona Efrînê didomîne. Di kêmtirî 2 hefteyan de 10 welatî hatin revandin û 70 dar hatin qutkirin.
Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Bi armanca mayindekirina planên mêtîngeriyê û guhertina demografiya herêmê, Artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê ji dema dagirkirina Efrînê ve di 18`ê Adara 2018`an de siyasetên xwe li dijî şêniyên Efrînê didomîne, wan direvîne, dikuje, mal û milkên wan talan dike, darên wan qut dike û her tiştî wan wêran dike.
Di kêmtirî 2 hefteyan de li gorî çavkaniyan ji kantona Efrînê ya dagirkirî, artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê 10 welatî revandin di nav de 4 kesên temenmezin hene û 70 darên zeytûnê qut kirin.
Heman çavkaniyan diyar kir ku dewriyeyeke girêdayî ''Polîsên Leşkerî'' ya Artêşa Tirkiyê di 11`ê Gulanê de, bi ser taxa Eşrefiye ya Efrînê de girt û ciwanê bi navê Mihemed Izet (30) revand.
Her wiha got, çeteyan bi tawanên ne rast Mihemed Izet li pêşiya mala wî ya li taxê revand. Ruxmî ku kurê yekane yê malbatê ye û di bazirganiyê de kar dike.
Li gorî çavkaniya ji navçeya Mabetayê, di 15`ê Gulanê de çeteyên Cebha El-Şamiye kalemêrê bi navê Mihemed Menan Mistefa (70) revand.
Di heman rojê de çeteyên ''Polîsên Leşkerî'' 2 welatî ji şêniyên gundê Dargirê yê Mabetayê ku navên wan Sebrî Mistefa Şaşo (60) û Ebdo Bekir (55) revandin û heta niha çarenûsa wan
nediyar e.
Di 16`ê Gulanê de, li gorî çavkaniyan dewriyeyeke hevbeş a çeteyên ''Polîsa Sivîl'' û ''Siqûr El-Şemal'' welatiyê bi navê Ferîd Arif Kûsa li gundê Gemrûk revand.
Di 17`ê Gulanê de li gorî çavkaniyan çeteyan welatiyê bi navê Hisên Ebûd Qîcê (36) li gundê Gurzêlê yê Şêrawayê revand.
Di 18`ê Gulanê de li gorî çavkaniyekî din, çeteyên ''Ehrar El-Şerqiye'' 2 welatî ji gundê Sêwiya yê Mabetayê yên bi navên Reşîd Xelîl Menan û Arif Elî Eşref revandin.
Çavkaniyekî din ji Şêrawayê agahî da ku çeteyên Artêşa Tirkiyê welatiyê bi navê Mistefa Cemo Kalo (61) yê ji gundê Gurzêlê revand.
Di heman rojê de çeteyên ''Feyleqe El-Mecid'' welatiyek bi navê Remzî Bekir (70) yê ji gundê Meydana yê navçeya Racoyê revand.
70 DAR HATIN QUTKIRIN
Li gorî çavkaniyan, çeteyê Artêşa Tirkiyê ên ji bajarokê Heyan ê Helebê Mihemed Serac Elî 70 darên zeytûnê qut kirin da ku bike êzing.
Heman çavkaniyan diyar kir ku darên zeytûnan yên hatine qutkirin, ên şêniyê bi navê Ehmed Meho (Mehkûr) ê ji navçeya Bilbilê ye.