May 22, 2022 12:01 Asia/Tehran
  • Li Sûriyê di encama teqîna mînekê de 6 sivîl birîndar bûn

Ajansa fermî ya Sûriyê ragihand ku li rojavaya vî welatî mînek ya bermahiyên terorîstan teqiya û 6 sivîl birîndar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûriyê (SANA), di encama teqîna mayînek ji aliyê komên têrorîst li nêzîkî gundê El-Zare li rojavaya Hemayê li Sûriyê 6 sivîl bi giranî birîndar bûn.

Jêderekî ji Fermandetiya Polîsên Hemayê ragehand ku îro sibehê (yekşem), mînek di dema derbasbûna otombîleke barhilgir ku kedkarên çandiniyê tê de bûn teqiya û hat ragihandin ku rewşa hinek ji birîndaran xirab e.

Teqînên bidestçêkirî û mînên ku ji aliyê girûpên terorîst ve li navçeyên cuda yên Sûriyê hatine çandin, metirsiyeke mezin li ser jiyana sivîlan çêdike.

Berî niha jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov di raporteke belgeyî de ragihandibû, ku di encama teqînan de 78 kes birîndar bûne, ji wan 3 jin û 49 zarok in.

Artêşa Sûriyê bi alîkariya şêwirmendên Komara Îslamî ya Îranê û piştevaniya Rûsiyê karîn dosyaya koma têrorîst a DAIŞê li vî welatî girê bide. Komên din ên terorîst jî li ber têkçûnê ne.

Serepeyv