May 19, 2022 20:30 Asia/Tehran
  • Şam: Hebûna neqanûnî ya Amerîkayê li Sûrîyê ber bi bidwîhatinê va ye

Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê got ku bicihbûna neqanûnî ya hêzên Amerîkayê li rojhilata Sûrîyê ber bi kutabûnê va ye.

Feysel Miqdad Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê pêgirî kir ku deverên dagirkirî yê bizvirin bin kontrola dewleta Sûrîyê û HSD jî divê bizanibe ku Amerîkaya dagirker dê ji axa Sûrîyê derkeve û pişta wan vala bihêle.

Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê got ku ewlewîyetên vî welatî naguherin û dîyar kir: Dema ku dijminên Sûrîyê nekarîn vî welatî lawaz bikin û wê ji helwestên bingehîn bînin xwarê, şerê têrorîstî dijî Sûrîyê destpê kirin.

Miqdad di dewamê da ji NY û welatên cîhanê xwest ku geşedanên Sûrîyê bi awayekî kûr û hevseng hilkolînin û bi dewleta Sûrîyê ra hevkarîyê bikin û piştgirîyê bidin hewlên Şamê jibo jordabirina helwesteke sîyasî ya erênî û avaker têkildarî rewşa vî welatî.

Miqdad herwiha got: Dem jibo hevkarîya rasterast, berpirsane, ciddî û bêalî digel dewleta Sûrîyê derveyî her cure têbînîyên sîyasîku berjewendîyên netewî yên Sûrîyê û panoramayeke bidestxistina ewlehî, istiqrar û rifaha gelê Sûrîyê û hewlên jibo têkoşîna dijî têrorîsmê berçav nagirin, gellekî girîng bûye û rola wê ya jîyanê heye.

Dewleta Sûrîyê bi caran ragihandîye ku têrorîstên ser bi Amerîkayê û hêzên ser bi wan li rojhilat û bakur-rojhilata Sûrîyê armancek bilî talankirina nifta vî welatî tinene û divê ji wê deverê derkevin.

Serepeyv