Rejîma Siyonîst bi mûşekan êrîşî ser başûrê Sûriyê kir
May 11, 2022 10:07 Asia/Tehran
Çavkaniyên medyayî qala êrîşa mûşekî ya Rejîma Siyonîst li ser Quneytereya başûrê Sûriyê kir.
Li gorî rapora El-Meyadînê, Rejîma Siyonîst berbanga roja Çarşemiyê, bi mûşekan êrîşî ser navçeyekê li rojavayê Hezerê li derdora Quneytereya başûrê Sûriyê kir.
Hin çavkaniyan qala avêtina herî kêm 4 mûşekan ser hin baregehên nêzikî navçeya Hezerê kir.
Sana Newsê jî ragihand ku ji ber vê êrîşê tenê ziyanên madî çê bûne.