May 10, 2022 09:19 Asia/Tehran
  • SOHRê: Tirkiye hewl dide Kurdan li bakurê Sûriyê tune bike

Serokê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), Ramî Ebilrehman di derbarê projeya Tirkiyê de li ser vegerandina milyonek penaberên Sûriyê bo Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku Tirkiyê hewl dide li wan herêman Kurdan tune bike.

Ramî Ebilrehman her wiha destnîşan kir, heger dewleteke rojavayî beşdarî vê projeyê bibe, ev yek tê wateya ku ew qanûnên mafên mirovan binpê dikin û rêzê lê nagirin.

Serokê SOHRê got, “Me di peyama xwe de ya ku me ji Sekretêrê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û ji konferansa Brukselê re şandiye ya derbarê çavbirçîbûnên Tirkiyê û alîkariyên ji bo herêmên Bakur û Bakurê rojhilatê Sûriyê dê bi rêya rêxistinên navxweyî be, ango ne di rêya desthilata Tirkiyê re bibe, ku hewl dide guhartineke demografîk li van herêman pêk bîne. Wan gotin ku ev herêmeke ewle ye û em jî bi hejmar û belge dibêjin ku ev herêm ne ewle ye, ya duyem jî ev projeya Tirkiyê projeyeke guhertina demografîk e, ango çi dewleteke rojavayî beşdarî vê projeya Tirkiyê bibe, qanûnên mafên miovan binpê dike, rêzê li wan qanûnan nagire ku bi xwe îmze kiriye û guhertina demografîk jî di vê mijarê de bingehîn e. Proje zelal e, beriya niha dema ku Tirkiyê Efrîn dagir kir me hişyarî da, piştre jî dema ku Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kir. Ev projeya Tirkiyê projeya tunekirina pêkhateyeke bingehîn li Sûriyê ye ew jî Kurd in û guhertina demografîk li vê herêma Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyê cîbicî bike.”

Derbarê rêjeya Kurdan li herêmên di bin kontrola Tirkiyê de, Ramî Ebdilrehman da zanîn ku rêjeya Kurdan li Efrînê ji %95 daketiye %30, her wiha li Serê Kaniyê û Girê Spî jî wisa ye. Ebdilrehman destnîşan kir ku nûnerekî dewleteke rojavayî hewl da rastiyan veşêre lê wan bi belgeyan ew rûreş derxistine.

Serepeyv