Artêşa Tirkiyê bi dronekê êrîşî Til Rifetê li bakurê rojavayê Heleba Sûriyê kir
Artêşa Tirkiye bi dronekê derdora bajarokê Til Rifetê li bakurê rojavayê Helebê ya Sûriyê bombebaran kir û ji ber bombebaranê zerar gehişte malekê.
Duh 26ê Nîsanê, artêşa Tirkiyê bi dronekê derdora bajarokê Til Rifetê ku dikeve bakurê rojavayê bajarê Helebê bombebaran kiriye.
Li gor çavkaniyên xwecî, bombe li malekê ketiye û ji ber bombebaranê zerar gehiştiye malekê.
Li gor heman çavkaniyan, di sê hefteyên bihorî de, artêşa Tirkiyê bi rêya 9 dronan navçeyên bin deshilata kurdên Sûriyê kirine armanc û di encam de 25 kes ku piraniya wan sivîl bûn, bûbûn qurbanî.
Kantona Şehbayê li bakurê Helebê ku navenda wê bajarokê Til Rifet e, ligel du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên bajarê Helebê hêj di kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne û ji aliyê teşkîlata bi xwe ragihandî ya Rêveberiya Xweser ve tên birêvebirin.
Til Rifet 25 kîlometran dikeve başûrê rojhilatê Efrînê û YPGê ew bajarok di Sibata 2016an de ji destê çeteyên sûrî derxistibû.
Piştî êrişa dewleta Tirkiyê û çeteyên wê bo ser Efrînê û dagirkirina wê hejmareke zêde ya xelkê Efrînê koçberî wê deverê bûne û niha di 5 kampan de dijîn.