Nîsan 26, 2022 20:06 Asia/Tehran
  • Çeteyan li Bilbilê 75 darên zeytûnê birîn

Çeteyên Lîwa El-Şemal ên dewleta Tirkiyê li gundê Zerê yê navçeya Bilbilê ya herêma Efrînê 75 darên zeytûnê birîn.

Li gorî çavkaniyên ji navçeya Bilbilê, çeteyên Lîwa El-Şemal ên girêdayî dewleta Tirkiyê li gunê Zerê yê navçeya Bilbilê 75 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Osman Xelîl birîne.

Li gorî heman çavkaniyan, çeteyan dar kirin êzing û kirine depoyên xwe yên li navçeyê da ku piştre bifiroşin derveyî herêmê.
 

Serepeyv