Nîsan 26, 2022 16:05 Asia/Tehran
  •  Ji Cotmeha 2019'an de di êrişên li ser Eyn Îsa û Girê Spî de 60 kuştî û birîndar hebûne

Di êrişên Dewleta Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê yên ji Cotmeha 2019'an û vir de yên li Eyn Îsa û Girê Spî de 60 welatî şehîd û birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Di êrişa pêr a artêşa Tirkiyê û girêdayî bi wê ya li ser gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê de welatiyê bi navê Hemûdî Elî Osman hat kuştin û Mihemed Eyûb (60) birîndar bû.

Li gorî vê ajansê, ji Cotmeha 2019'an anku ji dema dagirkirina Girê Spî ve, di êrişên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser Eyn Îsa û Girê Spî de 60 welatî hatine kuştin û birîndar bûne. Ji wan 24 zarok birîndar bûn û 9 hatin kuştin.

 

Serepeyv