Nîsan 22, 2022 13:19 Asia/Tehran
  • Hêzên Tirkiyê 6 gundên Zirganê topbaran kirin

Hêzên Tirkiyê 6 gundên Zirganê li bakurê rojavayê bajarê Heseke yê Sûriyê topbaran kirin û di encamê de pêleke koçberiyê li navçeyê dest pê kiriye.

Li gor çalakvanên xwecihî, hêzên Tirkiyê ji duh Pêncşemê 21ê Nîsanê ve gundên Dada Ebdal, Esediye, Um Hermele, el-Bîbî, el-Sefa û Til Werd yên ser bi nahyeya Zirganê ve li bakurê rojavayê bajarê Heseke yê Sûriyê topbaran kirin.

Di encama topbarana wan gundan de pêleke koçberiyê li navçeyê destpê kiriye.

Beriya rojekê jî, li gundê Til Dimşîc ê ser bi bajarokê Til Temir li bakurê rojavayê Hesekê, droneke Tirkiyê xaleke HSDê kiribû armanc û di encama wê êrîşê de 3 şervan birîndar bibûn.

Serepeyv