Nîsan 17, 2022 09:04 Asia/Tehran
  • Li Cerablusê jineke Kurd ji aliyê MÎT`a Tirkiyê ve hat revandin

MÎT`a Tirk a dagirker jineke Kurd a ji gundê Mosako yê navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî li bakurê rojavayê Sûriyê li bajarê Cerablusê revand.

Çavkaniyan ji kantona Efrînê ya dagikirî ragihand ku MÎT`a Tirkiyê welatiya bi navê Sîlda Kemal Şêxo (27 salî) ya ji gundê Mosako yê navçeya Raco ya Efrînê ku li bajarê Cerablusê bû, revandiye.

Li gorî çavkaniyan, Sîlda beriya demekê ji bo derbasî Tirkiyê bibe, berê xwe dabû Cerablusê.

Sîlda Şêxo dayika 5 zarokan e, û bi tena xwe zarok xwedî dikirin, dixwst biçe cem dayika xwe li parêzgeha Dîlokê ya Tirkiyê.

Sîlda ji ber rewşa şerê Efrînê, nexweş e û gelek caran ji ser hişê xwe diçe.

Dayîka Sîlda Şêxo ku niha li navçeyeke parêzgeha Dîloka Tirkiyê ye derbarê keça xwe dibêje: Sîlda ji bo ku derbasî Tirkiyê bibe, roja 9 Sibata îsal ji Til Rifetê çûye Tebqe, ji wir çûye Minbic û ji wir bi rêya qaçaxçiyan derbasî Cerablusê bû ye.

Dayîka Sîlda her wiha dibêje, ji şeva 10 Sibata 2022yan ve ku ew derbasî Cerablûs bibû, girtî ye û heta niha tiştekî li ser wê nizanin.

Serepeyv