Nîsan 16, 2022 13:11 Asia/Tehran
  •  Bakurê Sûriyê: Artêşa Tirkiyê êrişên xwe li ser Zirganê zêde kirin

Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê êrişên xw li ser navçeya Zirganê zêde kirine, niha gundên Dada Ebdal û Eqriyê topbaran dikin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê, Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê êrişên xwe li ser navenda navçeya Zirganê û gundewarê berfireh kirine. Piştî navenda navçeyê û gundê Xirbet Şeîr, gundên Dada Ebdal û Eqriyê jî topbaran dikin.

​​​​​​​Ji ber topbarana li ser gundê Til Tewîl ziyanên mezin ên madî çêbûn.

Ji ber êrişên Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê yên li ser gundên Til Temirê ziyanên mezin gihiştin mal û milkên welatiyan.

Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê duh êvarê, gundên Tewîla, Til Tewîl û Um El-Kêf ên navçeya Til Temirê bi obus û moşekan topbaran kirin. Di heman demê de gundê Xirbet Şeîr, Dada Ebal û navenda navçeya Zirganê dan ber topan.

Di topbarana li ser gundê Til Tewîl ê Asuriyan de ziyanên mezin gihiştin mal û milkên welatiyan.

Ji aliyê din va, Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê gundên Eyn Îsayê topbaran dikin.

Gundên navçeya Eyn Îsayê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê ve hatin topbarankirin.

Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê gundên Bîr Îsa, Dibis, Hoşan, Fatsa, Mişêrfê, Xalidiyê, Seyda, kampa Eyn Îsa, xwaringeha Seqir û rêya M4 yên dikevin rojava û rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bi moşek û obusan topbaran dikin.

Têkildarî ziyanên topbaranê agahî nehatin bidestxistin.

Serepeyv