Nîsan 12, 2022 12:33 Asia/Tehran
  •  Eyn Îsaya bakurê Sûriyê: Di encama êrişa herî dawî ya Tirkiyê de 11 mal hilweşiyan

Di encama êrişên dewleta Tirkiyê yên dawîn ên li dijî gundên li nêzî eniyên şer ên herêma Girê Spî de 11 malên şêniyan wêran bûn.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê di rojên dawîn de, bi dijwarî êrişî navçeya Eyn Îsa, gundewarên Girê Spî û rêya M4 kir û rojane bi dehan obus û moşekan topbaran kirin.

Gundên Sêde, Melek, El- Cedîdê, Muşêrefê, Hewalek, Um Hoş, Erîda û rêya M4 ya navneteweyî ji baregeha dewleta Tirkiyê li gundê Kermazat û baregehên li nêzî rêya M4 tên bombebarankirin.

Li gorî Nivîsgeha Belgekirina Binpêkirinan a meclisa navçeya Girê Spî, di encama bombebaranê de 11 mal wêran bûne.

Ji rêveberên Nivîsgeha Belgekirina Binpêkirinan Fatêh Kardo li ser encamên êrişên dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê yên li ser gundan hişyar da û bang li civaka navneteweyî û Rûsyayê kir ku tev bigerin û dawî li vê êrişan bînin.   

        

Hêjayî gotinê ye, di encama êrişên dewleta Tirkiyê de, ji 9'ê Cotmeha 2019'an ve li gundên li eniyên şer ên herêma Girê Spî 124 mal hatine wêrankirin.  

Serepeyv