Çeteyên Tirkiyê 5 kesên din li Efrînê revandin
Çeteyên Sûrî yên bi artêşa Tirkiyê re herêma kurdan a Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê dagîr kirine, 5 kes ji gundên Efrînê revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çeteyên Lîwaya Semerqend duh (9 Nîsanê) 2 kesên bi navê Henan Elûş Şêxo û Xelîl Ehmed Îsa ji gundê Kefir Sefrê yê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin.
Wê saziyê herwiha da zanîn ku grûpa çete ya bi navê Polîsa Leşkerî roja 30 Adarê û 1 Nîsanê 3 kes ji gundê Maseka yê li navçeya Raco revandin.
Ji dema dagirkirina devera Efrînê di sala 2018ê vir de bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê heya niha binpêkirina mafê mirovan li vê deverê bi şidet berdewam dike û roj tine ku li wir çete û hêzên tirk dest bi talankirin û dizîna mal û milkên kurdên efrînê neke û wan nerevîne. ji wê demê heya niha bi sedan kurd li vê deverê hatine revandin kuştin û hewskirin û bi hezaran kurd neçar kirine ku ji wir koçber bibin da ku bi bicihkirina erebên hawêrde û tirkmanan dewsa kurdan demografiya herêmê biguherin.