Nîsan 07, 2022 14:05 Asia/Tehran
  •  Efrîna dagirbûyî - Komên çete dîsan bi hev ketin

Li navçeya Bilbilê ya herêma Efrînê ya dagirkirinî di navbera du komên çete de şer rû dide.

Li navenda navçeya Bilbilê ya Efrînê, di navbera çeteyên "Feyleq El-Mecid" û "Furqeya Hemze" de şer rû dide.

Li gorî çavkaniyan, şer û alozî  dewam dike û kuştî û birîndarên herdu aliyan hene.

Çavkaniyekî din ji bajarê Efrînê got, artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî wê ketine seferberiyê, piştî ku çeteyekî koma "Mutesim" êrişî welatiyekî ji eşîra Bobenayê kir.

Duh jî li gundê Meydankê yê navçeya Şerayê şer  di navbera çeteyan de derket. Di encamê de 5 çete hatin kuştin.

Serepeyv