Bakurê Sûriyê - Di encama topbarana dewleta Tirkiyê li ser Zirganê de 5 kes birîndar bûn
Artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî wê gundê El-Esadiyê yê navçeya Zirgan a Hesekeyê topbaran kir û di encamê de 5 kes ji malbatekê birîndar bûn ku di nav wan de zarokek û sê keç hebûn.
Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Artêşa Tirkiyê duh saet 11'ê şevê herêma Zirgan a herêma Hesekeyê û gundewarên wê yê bakur topbaran kirin.
Artêşa Tirkiyê aliyê bakurê navçeyê û gundê El-Esediyê yê bakur topbaran kir û di encamê de 5 kes ji malbatekê birîndar bûn û ziyanên madî giha mal û milkên welatiyan.
Li gorî sicilên nexweşxaneyên gel yên navçeya Dirbêsiyê û bajarê Hesekeyê ku birîndar pêşwazî kirine, kesên birîndar ji malbata El-Zahîr in û navên wan jî wiha ne: Mehmûd El-Zahîr (42), Berai Mehmûd El-Zahîr (16 ), Nercês Mehmûd El-Zahîr (15) û Şefaq Mehmûd El-Zahîr( 9 ) û xizmê heman malbatê Înas Îsmaîl El-Xelef (17).