Adar 29, 2022 15:30 Asia/Tehran
  • Efrîna dagirbûyî: Çekdarên girêdayî bi Tirkiyê mala pîrejinekê talan kir

Li herêma Efrînê ya Sûriyê, çekdarên ser bi Tirkiyê mala pîrejinekê talan dikin û 3 welatiyên gund bi wê tawanê tometbar dikin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye, Ibrahîm Şêxo ragihand ku, çekdarên herdu komên bi navên “Hemzat” û “Sultan Murad, şeva Çarşemê 23ê Adara 2022an, li gundê Qere Gule yê ser bi nahiyeya Bilbilê, girte ser mala pîrejinekê bi navê Emîne, ku jinebiya (Mecîd Elî) ye, ji wî gundî.

Li gorî zanyariyên Ibrahîm Şêxo eşkere kirin, çekdarên wan herdu koman mal, milk û zêrên wê pîrejinê revandin û çûn.

Roja piştî wê bûyerê, çekdarên koma Hemzat welatiyê bi navê Mihemed Mihemed û birayê wî û kesekî din, ji heman gundî girtin û tometa wê talankirinê arasteyî wan kir.

Li ser wê tometê jî, çekdarên koma Hemzat ew hersê welatî bi tundî îşkence kirin, ji bo ku wê talankirina mal û zêrên Emîne têxin stûyê xwe.

Ji 20ê Çileya 2018an ve, talankirina mal û milkên welatiyên Efrînê li ser destên komên çekdar ên ser bi Tirkiyê, berdewam e û ti rêgirî ji wan re nehatiye kirin.

 

Serepeyv