Adar 24, 2022 16:58 Asia/Tehran
  • Cih û çeperên çeteyên Tirkiyê li bajarê Ezazê yê Helebê hat rokêtbarankirin

Roja Çarşemê piştî nîvro bajarê Ezazê li bakurê Helebê ku di bin kontrola çeteyên girêdayî Tirkiyê de ye hat roketbarankirin û di encam de 4 çete birîndar bûn.

Ji aliyê din ve çeteyên Tirkiyê îdia dikin, roja Çarşemê piştî nîvro çend rokêt li nav bajarê Ezazê ketine.

Bi gotina heman çavkaniyan, di encama wê rêîşa bi rokêtî de herî kêm 4 kes birîndar bûne.

Li hember jî, hêzên Tirkiyê gundê Merenaz li navçeya Şêrawa ya ser bi Herêma Efrînê ve topbaran kirine.

Li gor hinek çavkaniyên xwecihî, Artêşa Sûriyê çeperên çeteyan li Ezazê rokêtbaran kirine, ji ber ku çeteyên ser bi dewleta Tirkiyê di encama êrişekê de çend serbazên Sûrî li nêzîkê gundê Beradê birîndar kiribûn.

Serepeyv