Adar 22, 2022 19:33 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê gundên Eyn Îsa topbaran kir 2 zarok birîndar bûn

Artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê gundên rojhilat û rojava yên navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran dikin.

Li gorî rapora Ajansa Hawar Newsê (ANHA), Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê gundê Xirbêt El-Bêda yê rojhilatê navçeya Eyn Îsa topbaran kirin.

Di encama topbaranê de du zarok birîndar bûn û navên wan wiha ne:

Mihemed Xelîl El-Hesan (12)

Eymen Hesen El-Hesan (12)

Her wiha da zanîn ku niha dewleta Tirkiyê di van kêliyan de rawestgeha Seqir, rêya M4, kampa Eyn Îsa û gundê Mielek yên rojavayê navçeyê bi çekên giran topbaran dike.

Ji aliyê din va, Artêşa Tirkiyê topbarana li ser Eyn Îsayê zêde kiriye

Artêşa Tirkiyê êrişên xwe li ser gundê Mielek ê navçeya Eyn Îsayê zêde kirine.

Vê sibê li gundewarên rojhilatê Eyn Îsayê di encama topbaranê de, du zarok birîndar bûn.

 

 

Serepeyv