Adar 21, 2022 14:21 Asia/Tehran
  • Amara nû ya binpêkirina mafên kurdan li Efrînê ji aliyê Tirkiyê va

Li gorî amara nû ya Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji dema dagirkirina bajarê Efrîna Sûriyê ya kurdnişîn ji aliyê Tirkiyê va di sala 2018an da, heta niha 7500 welatiyên kurd ên vî bajarî hatine revandin û 639 kesan jî canê xwe ji dest daye.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), Tirkiyê di Adara 2018an da bajarê Efrîna Sûriyê ya Kurdnişîn dagir kir û di heyama çar salên borî da 2300 caran mafên welatiyên kurd ên niştecihê vî bajarî binpê kiriye.

Li gorî vê raporê, Di çar salên derbasbûyî da 639 welatiyên kurd ên niştecihê Efrînê ji aliyê hêzên Tirkiyê an komên ser bi vî welatî va hatine kuştin. Her wiha 7500 kurdên Efrînê ji aliyê van hêzan va hatine revandin.

Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) tevî ku li ser tomarkirina tevahiya van babetan tekez kiriye, ragihandiye ku 1300 welatiyên kurd ên Efrînê jî di zîndanan da ne û azadkirina welatiyên Efrînê tenê bi dayîna bacê pêkan e.

Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku li Londonê ye, Tirkiye û komên girêdayî bi vî welatî tawanbar kirine ku 4200 malbatên ereb ên navçeyên din ên Sûriyê li Efrînê bi cih kirine.

Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) her wiha îdia kiriye ku çarenivîsa niha ya Efrînê encama lihevkirina Rûsiye û Tirkiyê ye û ji dema êrîşa Enqerê li ser Efrînê va, nîvê welatiyên kurd ên vî bajarî newêrîne vegerin cih û warê xwe.

 

Serepeyv