Adar 17, 2022 09:49 Asia/Tehran
  • Tirkiyê gundê Hoşan û Rêya M4 li Eyn Îsayê topbaran kir

Hat ragihandin, roja 16ê Adarê artêşa Tirkiyê gundê Hoşan û Rêya M4 li rojavayê Eyn Îsayê li bakurê Reqayê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, roja 16ê Adarê artêşa Tirkiyê gundê Hoşan û Rêya M4 li rojavayê Eyn Îsayê li bakurê Reqayê topbaran kirin, hevdem dronên artêşa Tirkiyê li asmanê navçeyê difiriyan, li gor zanyariyan zerar tenê maddî bûn.

Di 12ê Çileya borî de, artêşa Tirkiyê sentrala avê ya el-Hîşe li rojhilatê Reqayê bordûman kirbû, di encam de ev sentral jikar ketibû, ku avê dide 50 gundan li navçeyê.

Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çeteyên,wê ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qût dibe.

Bajarê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye,  66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çete de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra bakurê Sûriyê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.

Serepeyv