Xela û şêr û hişkesalî gefa li navçeyên bin kontrola kurdên Sûriyê
Rojnameyaa New York Times'ê, şer û gêreyên dasepandî ser îdara xwerêvebir a bakur û Rojhilata Sûriyê bi taybet ji hêla Tirkiyê û DAIŞ`ê va û hebûna hişkesaliyê ji wan hegerên pêkhatina feqr û xizaniyê û her wiha jinavçûna navçeyekê daye zanîn ku weke sifrika xwarin û nemetê ta Sûriyê tê naskirin.
Rojnameyaa New York Times'ê di raporekê de bal kişand ser dewama dijberî û pevçûna navbera Kurdên Sûriyê û artêşa Tirkiyê ji aliyekê va û hêzên kurd tev çeteyên DAIŞê ji aliyê din va û ragehandiye ku rewşa debar û jiyana xelkê bakur û rojhilata Sûriyê ji ber dewama van pevçûnan û hişkesaliyê û her wiha kêmbûna hilberînên cotkariyê ji ber bêparbûna zewîzarên rojhilata Sûriyê ji ava çeman ji hêla Tirkiyê va xirabtir bûye.
Vê Rojnameyaeyê li bara kêmasiya helberînên cotkariyê yên mîna genim jî nivîsî: Li navendên ku nan tên patin li navçeya bin kontrola kurdên Sûriyê, ji bo ku pêşiya xelasbûna nan were girtin, arê genim û arê mekan têkelî hev dikin û gel ji çar mehan berî niha va di vê rewşê de jiyan dikin.
New York Times'ê bal kişand ser kêmbûna ava çemên Firat û Xabûrê li navçeya bin kontrola kurdên Sûriyê û guhertinên av û hewayê tenha hokara vê rewşê nabîne belkî dibêje ku Tirkiye
tawanbarî girêdana ava çeman ser kurdên Sûriyê ye herçend ku ev welata vê tawanê red dike û hokarên din sedema kêmbûna ava navçên bin kontrola kurdên Sûriyê dizane.