Çile 27, 2022 19:09 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya HSD'yê: 60-90 çeteyên DAIŞ'ê li zindana Hesekeyê mane û xwe radest nakin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, hêj derdora 60 ta 90 çeteyên DAIŞ'ê li Girtîgeha Sinaa ya Hesekeyê mane ku xwe radestî şervanan nekirine û çek di destê wan de heye.

Li gorî nûçeya Rûdawê, HSD'yê îro di daxuyaniyekê de aşkere kir, “Piştî kontrolkirina girtîgeha Sinaa ji aliyê hêzên me ve û ferzkirina radestkirina nêzî 3500 çeteyên girtî, yên ku beşdarî yaxîbûna dawî bûn û bi sedan ji wan jî tevlî çeteyên ku ji derve ve êrîşî girtîgehê kirin, hêzên me dest bi hemleyeke berfireh a leşkerî û emnî ji bo paqijkirina qawuşên girtîgehê kirin ku çeteyên êrîşî girtîgehê kiribûn xwe têde veşartibûn û li dijî hêzên me çalakî pêk dianîn.”

Di daxuyaniyê de HSD amaje bi aşkerekirina hin “çeperên kamuflajkirî” yên çeteyên DAIŞ'ê di nav Girtîgeha Sinaa ya Hesekeyê de dike û dibêje, “Hêzên me di pêvajoya komkirin û berhevkirina agahiyan de çeperên terorîstan ên kamuflejkirî li li bakurê girtîgehê dîtin, ku tê payîn hêj hejmarek çeteyan di navbera 60-90’î de tê de bin û hewl didin mesafeya pevçûnê biparêzin.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk destnîşan kiriye, hêzên wan bang li wan çeteyên DAIŞ'ê kirine ku xwe radest bikin û gef xwariye, eger ew çekdarên DAŞê xwe radest nekin, dê bi tundî bersiva wan bê dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, “Hêzên me bang li wan kir ku bi awayekî ewle radest bibin, ji ber ku ger qebûl nekin dê bi tundî serederî li gel wan bê kirin.”

Daxuyaniya îro ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk piştî wê yekê tê ku wan roja Çarşembê 26ê Çile piştî heft rojan ji şer û pevçûnên dijwar li dijî çekdarên yaxîbûyî yên DAIŞê, serkeftina xwe ragihand.

HSD'yê duh ragihandibû, “Operasyona Gurzê Gelan bi kontrolkirina hemû zindana Sinaa li Hesekeyê û xweradestkirina hemû terorîstên DAIŞê bi dawî bû.”

Fermandarê Giştî yê HSD'yê, General Mezlûm Kobanî jî duh di peyamekê de serkeftina hêzên xwe di şerê Zindana Xiwêranê de ragihandibû û gotibû, “Îro hêzên me bi têkbirina DAIŞê li Hesekeyê û pûçkirina planên alîgirên DAIŞê, dîroka serkeftinê dubare dikin.”

Şeva Pêncşembê 20ê Çileya 2022, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Girtîgeha Sinaa ya li taxa Xiwêran a Hesekeyê alozî derketiye û çeteyên DAIŞ'ê yên li wê girtîgehê dest bi yaxîbûnê kirine û hejmarek çekdarên şaneyên nihênî yên DAIŞê jî li derveyî girtîgehê êrişî girtîgehê kirine.

Ji bo kontrolkirina rewşê, HSD'yê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn ketin amadebeşiyê û hêzên zêdetir şandin bajarê Hesekeyê û derdora taxa Xiwêran û Girtîgeha Sinaa bi temamî dorpêç kirin û şer û pevçûn di navbera wan û çeteyên DAIŞ'ê de heft rojan dom kir.

HSD'yê pêştir dabû xuyakirin ku 10 hezar şervan di kontrolkirina rewşa ne asayî ya li bajarê Hesekeyê de beşdar in.

Serepeyv