Çile 25, 2022 23:01 Asia/Tehran
  • Lêborîna giştî ya Şamê ji bo leşkerên reviyayî li hundir û derveyî Sûriyê

Serokomarê Sûriyê biryarek qanûnî derxist û tê de efûya hemû welatiyên Sûriyê yên ku ji xizmeta leşkerî reviyane, derxist.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê (SANA) roja Sêşemê ragihand ku efûya giştî, hemû kesên ku ji xizmeta leşkerî reviyane li hundir û derveyî Sûriyê dihewîne.

Lêborîna serokatiya Sûriyê efûyeke tam ji bo wan kesên ku ji xizmeta leşkerî di hundirê Sûriyê de reviyane, li gorî biryarnama qanûnî ya hejmar 61 ku di sala 1950 de derketiye, dihewîne.

Efûyeke tam ji bo wan kesên ku ji xizmeta leşkerî reviyane derveyî Sûriyê li gora biryarnama qanûnî ya hejmar 61 a sala 1950 hatiye danîn.

Li gorî vê biryarnamê, efûya fîrarî û reviyayî yên ji edaletê nagire ber xwe, vêca kesên li hundir divê di nava sê mehan de xwe bidin nasandin û yên li derve jî di nava çar mehan de xwe bidin nasandin.

Serokê Sûriyê ev biryar derxist û tê de daxwaza efûyeke giştî ji bo hemû kesên ku ji xizmeta leşkerî reviyane kir.

Serepeyv